Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min

Mueyed Teyib

Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min Sözleri ve Alıntıları

Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min sözleri ve alıntılarını, Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min kitap alıntılarını, Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Tu kî bî Musilman bî Kiristyan bî Êzidî bî Bozî bî Cuhî bî Bê dîn bî Yan li ser her dînekê dî bî Eger tu mirov bî: Silav! Eger tu hov bî: Goştê min nayê xwarin.
Reklam
Ne şev Têra xewnên min dike Ne roj Têra xemên min Şev.. Roj.. Şev.. Roj Ey Xudayê mezin! Ji şev û rojê pêvetir Tiştek din nîne? Axê devê xwe anî ber guhê min: Belê, himbêza min Di himbêza min da Ne şev hene ne roj Ne cih hene ne dem Ne xewn hene Ne xem
Eve sed sal in, Ez bi tenê me. Eve sed sal in, Esmanê min bê roj e û Axa min bê baran Evê sed sal in Birîna min agir e û Xwîna min tofan. Hêşta kesekê jî, Serhatiya min Nekirye roman.
Barê wî kevir û Rêka wî pesar e Çîroka wî Efsaneyeka zivêr û pir azar e Bes Xudê dizane Ew çendê Ji xwe û kevrê xwe bêzar e Lê esman Ne ji azarên wî têr dibe Ne ji bêzariya wî zivêr dibe Her careka Kevirê wî girêl dibe û Efsaneya wî bi dawî tê Ziyos Wek zarokekê şad Gazî dike: Dubare!
Reklam
Eve ji wê şeva Serê te Li ser balgehê min nemay Rojê man girtî û Li pişta çiyayê Qaf Di gewriya ejdehayê şevê ra may Ger şevekê ji nişka ve Dunya ronî bû
Her gaveka, Ez te dibînim, Bi te mest dibim Ez nizanim, Tu jin î Yan cameka tije mey *** Adem.. Ji axê çêbûye Iblîs.. Ji agirî Ez.. Ji keviyeka berfê û Tu jî Diyar e ji ûşiyekê tirî
"Bo ‘Ayişa Taha Osman û hemî dayikên şehîdan" Sê kurrên wê pêkve di çirkeyekê da şehîd bûn. - Noke bo min Çi tiştek ji mirinê aramtir heye? Çi tiştek ji jiyanê bijantir heye? Lê ez bimirim Kî dê şîna we bigêre? Ez bimirim Kî dê bi bejn û bala we bibêje? Ez bimirim Kî dê rondikên kel, Li ser kêliyên we birêje? Ez dê jîm. Dayika wan pê li dilê xwe kir û got.
buharvano, çi buhar e ger buhar bît, çi hewar e? çi şînî û çi zêmar e? binefş û nêrgiz çirmisîn.. ka buharvan lê nepirsîn? perî û zerî ji warî dizîn ka buharvan lê nepirsîn gerdenêt law di xilfa sêdarê da rizîn ka buharvan lê nepirsîn. buharvano buhar nîne me ya dîtî buhar şîn e ne ya sor e tijî xwîn e!
24 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.