Mueyed Teyib di sala 1957'an de, li bajêrê Duhokê ji dayîk bû. Her li Duhokê xwend û paşê di sala 1982'an de, ji ber terora rejîma faşîst ya Bexdayê, zanîngeha Bexdayê nîvcî hîst. Demekî Pêşmergetî kir û li hemberî rejîma Baasê têkoşîn kir. Demek şûn da ji ber zordariyên rejîma Baasê demekê welatê xwe terikand û di sala 1983'an li Swêdê bi cih bû. Her ji sala 1974'an û pê dê, dest bi nivîsîna helbestan kir. Helbest û berhemên wî yên edebî, di piraniya rojname û kovarên Kurdî de belav bûn û herwiha di çend rojname, kovar, radyo û televizyonên cuda de jî xebitî û nûçegihanî kir.
Di gelek mîhrecanên edebî de beşdarî kir. Endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistanê (Başûr) û niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Dîwaneka helbestan ji bo çapê amade kiriye. Mueyed Teyib niha birêveberê Weşanxaneya Spîrêz û endamê Meclîsa Akademiya Zimanê Kurdî ya Hewlêrê ye.
Pirtûkên wî yên sereke, bi rêza alfabeyê wiha ne; Gemiyek Li Nav Biyabane, Kar ve Ateş, Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike, Ne Şev Tera Xewnen Min Dike Ne Roj Tera Xemen Min.
Pirtûkên Mueyed Teyib, ji hêla weşanxaneya Avesta û Lîsê ji bo pirtûkhezan tê belavkirin. Pirtûka dawîn a helbestvan Mueyed Teyib, bi navê "Gemiyek Li Nav Biyabane", ye û ji hêla weşanxaneya Avestayê hatîye çapkirin.