Tu kî bî
Musilman bî
Kiristyan bî
Êzidî bî
Bozî bî
Cuhî bî
Bê dîn bî
Yan li ser her dînekê dî bî
Eger tu mirov bî:
Silav!
Eger tu hov bî:
Goştê min nayê xwarin.
Ne şev
Têra xewnên min dike
Ne roj
Têra xemên min
Şev.. Roj.. Şev.. Roj
Ey Xudayê mezin!
Ji şev û rojê pêvetir
Tiştek din nîne?
Axê devê xwe anî ber guhê min: Belê, himbêza min
Di himbêza min da
Ne şev hene ne roj
Ne cih hene ne dem
Ne xewn hene
Ne xem
Eve sed sal in,
Ez bi tenê me.
Eve sed sal in,
Esmanê min bê roj e û
Axa min bê baran
Evê sed sal in
Birîna min agir e û
Xwîna min tofan.
Hêşta kesekê jî,
Serhatiya min
Nekirye roman.
Barê wî kevir û
Rêka wî pesar e
Çîroka wî
Efsaneyeka zivêr û pir azar e
Bes Xudê dizane
Ew çendê
Ji xwe û kevrê xwe bêzar e
Lê esman
Ne ji azarên wî têr dibe
Ne ji bêzariya wî zivêr dibe
Her careka
Kevirê wî girêl dibe û
Efsaneya wî bi dawî tê
Ziyos
Wek zarokekê şad Gazî dike:
Dubare!
Eve ji wê şeva
Serê te
Li ser balgehê min nemay
Rojê man girtî û
Li pişta çiyayê Qaf
Di gewriya ejdehayê şevê ra may
Ger şevekê ji nişka ve
Dunya ronî bû