Melle Xelîlê Sêrtî di jiyana xwe de herî pirr guh daye sincmendî û perwerdehiyê. ‘Alimekî ku guh bide sincmendî û perwerdehiyê tê wê wateyê ku ew gellekî nêzîkî xebatên sosyolojîk e û çareserkirina pirsgirêkên civakî jê re pirr girîng e.
Berhema Melle Xelîlê Sêrtî ya navdar “Nehcul Enam” berhemeke etîk-civakî ye û hewl dide ku rêya gelê xwe ronî bike. Sêrtî di vê berhemê de li gel rêgezên Îslamî,maksîmên etîk vedibêje.
Wek berhema Melle Xelîlê Sêrtî “Nehcul Enam”ê, berhema Feqî Reşîdê Koçer “Sirul Mehşer” jî pirtûkeke sereke ya medreseyan bûye. A ku “Nehcul Enam” û “Sirul Mehşer”ê dike pirtûkên sereke yên medreseyan dirûvê wan ê helbestî û mijarên wan ên olî-sincî ne, ev herdu pirtûk wek mufredata medreseyan hatine qebûlkirin.