Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nubihar Dergisi - Sayı 137

Nubihar Dergisi

Nubihar Dergisi - Sayı 137 Gönderileri

Nubihar Dergisi - Sayı 137 kitaplarını, Nubihar Dergisi - Sayı 137 sözleri ve alıntılarını, Nubihar Dergisi - Sayı 137 yazarlarını, Nubihar Dergisi - Sayı 137 yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Were Yarim • Hêmin Mukriyanî
Were yarim, were ey taze yarim ! Were estêrekey şewgarî tarim ! Were ey şaperî balî xeyalim ! Were ey şewçiray rûnakî malim ! Were xase kewî ram û kewîy min ! Were îlhamekey nîwe şewî min !
Tom Her Lebire • Hêmin Mukriyanî
Le şayida le wextî helperîna le xoşîda le katî pêkenîna le korî matem û giryan û şîna emin ey nîştman tom her lebîre beşew takû beserma zal debê xew be roj takû dûbare dêtewe şew le katêkda ke dedwênim em û ew emin ey nîştman tom her le bîre Zemanêkî ke deçme seyrî gulzar legel polî refîqanî wefadar tenanet wextî desbazî legel yar emin ey nîştman tom her lebîre Le kwêstanê demî raw û şkarê le mezraye ke xom helkird le karê le cêjwanê ke dekuşim memkî yarê emin ey nîştman tom her lebîre Dekem terxan lerêyî toda jiyanim le sengerda berew rûy dujiminanim be xakî to! Demî awîlke danim emin ey nîştman tom her lebîre
Reklam
Naley Cudayî • Hêmin Mukriyanî
saqîya! wa badewe wa badewe rû le lay min ke, be camî badewe muşterî wek min le meyxanê kem in zorbeyan şad û be keyf û bêxem in. mey heram e bo sehende w bêxeman mestî bêxem bo çî bigrin êxeman? em şerabetale dermanî xem e lêy heram bê ew kesey derdî kem e em şerabe ale bo bêderd niye lêy heram bê ew kesey rengzerd niye bo kesêke mey çizîlkî pêwe
Êwarêy Payîz • Hêmin Mukriyanî
Le asoyekî dûre dest awabû zerde payîzî Detgut bûkêkî bênaze perde cê dêllê be zîzî Pelle hewrêkî çillkine girtî sûçêkî asman Gellayi zerdî darêk werî ziryan birdî berew neman Cûtêk kotrî ser be killawe hellkûr mawn le swaneyek Diyare lew dewr u berane pêyan şik dê hêlaneyek Pasarî serdarî kollan firre u cîke yan lê birra Qel firrî...
Derdî Dûrî • Hêmin Mukriyanî
Derdî dûrî.. Derdî dûrî kuştimî Derdî wişyarî û sebûrî kuştimî Yadî yaran û welatim roj û şew Lê heram kirdim qerar û xurd û xew Xem rewênêk lêre min nakem bedî Çon pena bo mey nebim, saqî! Edî! ! Nabînim xak û welat û şarî xom Nabînim nasya û dost û yarî xom Rû le her laye dekem, namo ye bom Nabînim cê j wan û kewne lanî xom Şew dekêşim, şew nexûnî û bê xewî Roj deçêjim derd û daxî bê ewî
Dêm Û Dêm • Hêmin Mukriyanî
Ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm Dêm û dêm û dêm û dêm û dêm û dêm Dêm û dêm û dêm û dêm û dêm û dêm Ey refîqan, ey ezîzanî wilat Ey biray hawsengerî cergey xebat Janî nasorî ciyayîm çêştuwe Herçî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
Reklam
Xelkno Werin Bibînin | Elî Herîrî
xelkno werin bibînin, çi hûsneke bi kemal e heyran ji dil bibînin ji sene` zewal celal e. sene` xwedê ku danî sifhe ji nurê danay e enber li ser kêşay e
(Ji kitêba Sadîq Behaddîn)
Têt | Elî Herîrî
Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm Le bejna ‘er’erin daîm sîyeh mar lê be colan têt Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran Ku xas û ‘am bibûn heyran le cîran ‘enber efşan têt Du zulfên ‘enber efşan in du le’lên şekeristanin ‘Eqîq û
Têt • Elî Herîrî
Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt
Ger Hûn Bibînin Nalê Eşq | Elî Herîrî
ger hûn bibînin nalê eşq, tenê li bom zarî diken, herkes bizanît halê eşq bi hîle dijwarî diken. bi halê eşq bexil bibûm her dem di dem zelîl dibûm bê rah û bê delîl dibûm
Reklam
Eniya Bi Nûr Zilf Têne Ser | Elî Herîrî
E’niya bi nûr zilf têne ser Rengîn dibin şems û qemer Reşmar ji perdanê neder Li e’re’ra yarî dikin Hoş û e’re’ra şimşa diket Teşmîn reva sebir û xîret Qahu medet, ahu medet çeşman çi xubarî dikin çavê li rojê bîne kom Came mey anî ji bom Emir kir lazim vexom Mestî ji min jarî dikin Mest û şerab qendavê Êsîr û bendêt vê şevê Ger wesfê yarê ez bibêm Hûn terkî huşyarî dikin
Albert Sosin, Kurdische Samlingen, 278-279)
Dîsan Ji Nû Eşqa Berê | Elî Herîrî
Dîsan ji nû eşqa berê pur-enderûnim ateş e Zulfa muzeyyen `enberê de`wa digel xala reş e Xala li dêmê dil reva sed rûh û canim bin feda Sotim gelo çum tê nema terkim kirin eql û huş e Eql û huşim bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr Dem şubheta bedra munîr zulfa ji werdê bên xweş e Werdan ji nêv zulfan derîn şu`la binefşê têwerîn Bala û qedda `er`erîn her yan li ser marê reş e Dîsanê hey tet û teçit(diçit) îhyayî emwatan tebit(dibit) Wechan mudam nûr jê teçit dem şubhetê şem`a geş e şem`a şebistanan ew e werda gulîstanan ew e Sirrê tebistanan ew e şoxa Herîrî dil geş e `Ecîb letîf û cindî ye ezman(ziman) nezan û Rûmî ye Ageh ji eşqbazan niye mest û xumar û serxweş e Serxweşê cama şerbetê dêm şubhê şem`a zulmetê Hûriya d`baxê cinnetê serdara çendîn mehweş e Mehweşê ku westan sef be sef ew hate der Misrê tekef Wan got Eliyo la texef meb`mirdinê qewî xweş e
Dîdara Te Ez Zîn Kem | Elî Herîrî
dîdara te ez zîn kem heta kengê ruh te teng kem keser bum carekê bîn kem xudana têt û destmala xudana têt û cehhet bê xerac û erd û qîmet bê dîdrara te bi qîmet bê li eyd û cejn û sersala evel kom û kesê min tuy yeqîn firna dersê min tuy kesê min û bese min tuy li zer û mal û pir nala li zer û mal û pir rencim kesadim sahibim gencim li bajêra guhêr sencim sefer diwere heta mala sefer di were şebê tarî ey Elîyo tu pir ray da bikeyn zikir cebarî belkî li me xoş bêt sala
Roniya dil û çav Diyariya dê û bav Pêsîra wî roj û tav Sipehîtiya ax û av Alaya Kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer Kamuran Alî Bedirxan