En Yeni Reş û Spî Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Reş û Spî sözleri ve alıntılarını, en yeni Reş û Spî kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Axx Robîn...
Nizanîbû bê dê çi bikiraya. Li herdu aliyan jî mirin hebû, li herdu aliyan jî mirin feqeke vedayî bû. Ma qey mirov dikarîbû ji nav mirinan, mirinek hilbijartaya ji xwe re? Ma mirov qet dikare? Ma qet weha dibe?..
Evîn bi dawî bûn, hezkiriya Diyarbekirî Temenê xwe temam kir jiyana bicîwarbûyî Tu kes kedîkirî nîne êdî...
Reklam
Lê niha, li hember wî sekinîbû. Mîna ko li ber bigere, fediyokî, nizanîbû yê hember dê çi bike, lê diniherî. Çav melûl. Çav liberketî. Çav li hêviya işaretekê. Bûbûn mîna du çemên ko dike di ser re here.
Nedixwast bawer bike, lê wî jî texmîn dikir ko ev tiştên hemberî wî giş xewn bûn. Hişê wî tev li hev bûbû. Dizanîbû ko ew ê ev xewn di cihekî de biqede. Belkî ew bi tenê li vêya difikirî.
Robîn nizanîbû. Gelo ev xewn bû, an rastî bû? Wî carinan weha xewn û rastî ji hev dernedixistin.
Belkî her yek bi devokekî dipeyivî, lê hemû bi zimanekî. Belkî her yek ji deverekê hatibû, lê hemû bi hesretekê. Belkî di dilê her yekî de agirek hatibû dadan, lê agirê gişan ji wan re eynî tişt digot. Gişan bi hev re eynî tişt dikir. Gişan ji bo eynî tiştî xwe li wî agirî girtibû.
Reklam
150 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.