— Min tu carî kabûsekî weha nedîtibû ko wexteke ewqasî dirêj ajotibe.
Min digot qey ew ê bêhna min biçike, ez ê tê de bigevizim û bifetisim. Lê piştî wê xewnê, ez têgihiştim ko di kabûsekî de, ji derveyî mirov tu kes nikare alîkariya mirov bike. Ji ber ko ji derveyî mirov, tu kesekî din di wî kabûsî de tune ye. Yên hebin jî bi tenê dikarin tirsa wî kabûsî hebekî din mezintir bikin.