Bayek radibû, tofanek çêdibû, dar û ber û gîya û kulîlk diketin ber xezaba wî, lê paşê mirovi mêze dikir şaxekê, xwe bê qeza û bela jê xelas kirîye. Elî, mîna ku di xewnekê da be, xwe nelivandibû, ew tenê sax mabû, eskerên ku ji rêyeka dûr hatibûn, rih û porê wan li nava hev ketibû. Wekî gurên ku kerîyê pez li erdê raxistibûn, tev westîyabûn.