Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Rêzimana Kurmancî

Bahoz Baran

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
336 syf.
9/10 puan verdi
Rêzimana Me - Rengê Me
Piştî Gramera Kurdî ya Celadet Bedirxan û Roger Lescot, Rêzimana Kurmancî ya Samî Tan û Rêzimana Kurmancî ya Mamoste Selamî îro jî min Rêzimana Kurmancî ya Bahoz Baran xwend. Bi rastî jî mirov her ku dixwîne nizaniya xwe baştir dibîne û baştir têdigihêje bê ka di çi astê de ye. Min vê pirtûka jî xwend û diwarê xwe yê zimanî kurdî hinekî dinê xurt kir. Ji bo werê jî gelekî kêfxweş im. Bi xêra vê pirtûkê min gelek kêmasiyên xwe dît û gelek tiştên serê min tevlihev dikir jî derfeta ez li ser bifikirim û bixebitim ket destê min. Lê divê em vê rastiyê jî qebul bikin ku; heke em bi vî zimanî nenivîsîn, nexwînin û nefikirin ev rê û rêbazên ziman jî di hundirê pirtûkê de dimîne û  mixabin wextekî kin de jî tê ji bîr kirin. Ez dixwazim Ahmed Arîfên kurd û bi tirkî dinivîsin bibînim, ez naxwazim Yaşar Kemalên dibêjin ez kurdim lê bi tirkî dinivîsin bibînin. Em jî miletek ji miletane û rengekî me jî heye. Divê em vî rengê xwe, vî sebxa xwe dîwarê zimanên dinê, gelên dinê nedin divê em rengê xwe bi dîwarê bidin û dîwarê xwe bixemilînin.
Rêzimana Kurmancî
Rêzimana KurmancîBahoz Baran · Wardoz Yayınevi · 02 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.