En Beğenilen Şaîrên Klasîk Ên Kurd kitaplarını, en beğenilen Şaîrên Klasîk Ên Kurd sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Şaîrên Klasîk Ên Kurd yazarlarını, en beğenilen Şaîrên Klasîk Ên Kurd yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ev pirtûk wek kurtelêkolîneke lê bi her aliyê va jî rûbara çavkaniyan e. Di vê pirtûkê da jinenigariya 12 şaîrên me ên klasîk hene. Tişta herî balkêş ewe ku hemû angaştên xwe bi çavkaniyekî piştrast dike û ev kiryar ji bo lêkolîneran dibe rêya rastiyê.
Elî Herîrî
Feqiyê Teyran
Melaye Bateyî
Melaye Cizîrî
Mensûre Girgaşî
Mîna
Macin
Sadiq
Bekir Bege Erzî
Pirtew (Pertew)
Şex Nûreddîne Birîfkanî
Û Ahmedê Xanî
Qala jiyana wan dike û bi helbestên wan berhema xwe dixemilîne.
Ger ku hûnê bixwazin klasîkên me binasin dibê yekem bi vê pirtûkê dest pê bikin. Jixwe di vir da jî gelek rêya çavkaniyan dide nîşan û pêşkeşê me dike...
"Şêx Ehmed, kurê Elî Herîrî ye, bave wî Kurd e û xelkê bajarê Herîrê ye.Elî Herîrî hatiye welatê Şamê, li gundê Isa(nezîkî Şamê) bi cî bûye. Ehmedê kurê wî li gunde 'Isa ji dayika xwe bûye. Ehmed di zarotiya xwe de çûye Şamê û li wir
xwendiye. Pişt re çûye bajarê Helebê û li ba Şêx Ehmed el
Deyr'ezanî xwendiye û pişt re jî çûye bajarê 'Eyntab (Entab) ji
Şêx Şah Welî el Xelzvetî icaza terîqeta sofîtiya Xilwetiyê wergirtiye. Paşiyê cardin vegeriyaye bajarê Şame û di taxa
Salihiye de rûniştiye û nav û dengê wî belav bûye..."