Di Siya Dara Xaçe De

Serhildan

Miraz Roni

En Yeni Serhildan Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Serhildan sözleri ve alıntılarını, en yeni Serhildan kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Gelên cîhanê hemû tev Sipî û reş hindik û zehf Bibûna bira li gel hev Wê gav jiyan çiqas xweş bû Ewrê rûreş qelişîne kelên zulmê pelişîne Zordar li ser biqeşîne
Mesele kêr e dawe giran e Ev doz ne doza qelsemêran e Ev dîlan ya şêremêran e Divê can ê ser mirov lê dane Qelenê yara me giran e lewra yara me xemla cîhan e Her çi doza wê bi êş ê jan e lê ew xîrete ne ya berdan e Kî şoreşgere li Kurdistan e Sêcdarek mezin ê pir giran e lew gereva wê xwîn e, zindan e Qîr nalîn ê şer ê giryan e Ev rê evraze tev gaze dêr e Newal ê zinar sînor ê sêr e Neyar dîn ê har kêçika sêr e Xwînmêj ê reşmar keftarê pîr e ji vî dozê re divê mêrê mêr, lawê egîtan ê têjikê şêr Divê eslek neriz ji zîv ê zêr Divê berxwe de bin kêr
Reklam
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (9)
Ew Kurdên ku Romê li Agirî gor kir Egîdên bi xwîna xwe nû bi can kir Ew Kurdên ku li ber dijmin serî qor Lehengên Kurdan îro hildane jor şitla azadiyê bi xwînê avdan Bûn şan û şeref û li dinê nav dan îdî Kurd li piyanin û dimeşin Wekê berê ne kor û çarereşin îro Kurd jî bi serok û partî ne Li doza azadî ber pê xwe dîne îdî Kurd li xwe xwedanin piranî Mizgîn li te ey şêx Ehmedê Xanî
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (8)
Wer ji te re bidim methê mêrane Her yek pelengek ar û ejderhan e Qirp û qiyamet e ew li piya ne Giyan pola û têjikê çiya ne Car diwelidîne Guderz û Rustem Vejîne li Dehaq Kawa`yên Hemdem Kemal û Heyrî û Xakî û Mezlûm Ronî û Rûstem û Mizgîn û Mehsûm Azad û Dêrsim û Bager û Sozdar Roza û Merwan û hezar û hezar
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (7)
Ew enyada te ya hember bêdadî Hiş û giyan e bo me tu jî zad-î şîretên te ji me re dewr û dersin îro li şopa te hezarin girsin Her ku em pirsa xwe ji, te dipirsin Em li dilê nemerda xof û tirs in îdî Egîtin biçûkêd Kurmancan Erdhejin li textê sahîb rewacan îdî Kurd bo sahîban ne gedan e li doza serxwebûnê canfedan e
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (6)
Alek min merdî, mêrxasî, rûmet e Alek min ji dojeha xiyanet e Alek min xirab êxistî, xopan e Alek min tim li piyan wek çiyan e
Reklam
24 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.