Bar kin, herin!
Kaniyên me, ji bilî min,
Kesekî din têrav nakin.
Dargûzên me, jî bilî min,
Bo tu kesek
Sîbera xwe danaxînin!
Bar kin, herin!
Li zeviyên me
Tovên we şîn nabin.
Mêrgên me
Di bin piyê garanên we wek agir in...
Heta dartûyên me jî asî dibin,
Hêlekanekê bo zarokên wê ranagirin!
Bar kin, herin!
Bar kin, herin!
Fêkiyên darên me negihayî ne,
Ava me şor e,
Hingivê me di devê we de tehl e!
Bar kin, herin!
Bar kin, herin!