Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min Sözleri ve Alıntıları
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min sözleri ve alıntılarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min kitap alıntılarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Qehpe ne ewên dibêjine min:
Dan û mûrî birayê hev in
Qehpe ne ewên dibêjine min,
Xwîn û zêlû birayê hev in.
Masî û çengal,
Mişk û çewal,
Dest û derzî birayê hev in.
Qehpe ne ewên dibêjine min,
Kindir û stû
Cozan û mû birayê hev in."
Welatê min!
Tu wek perdeyî li ser çavê'm.
Tu wek mij î,
Te ji çarmedor ve dorpêç kirime.
Tu neynik î-
Di nav te de
Hemû dinyayê dibînim.
Tu perjin î-
Ji ber te tiştek babînim:
Ne çiya dibînim, ne erd...
Qeyd avêtin her du piyê'm,
Kelepçe xistine destê'm,
Xencer danîn ser stûyê'm,
Ji min pirsîn,
Navê delala min çi ye.
Bêdeng sekinîm wek kevirê kerr,
Min kir hîrhîra kenînê û tiştek ne got!
Ez pişteke birîndar im,
Min serî li ber qamçî xwe rakiriye.
Ez lehiyeke dijwar im,
Di her wan peravan de rabûme
Ku astengî ji min re derxistine.
Rûnanim.
Ranakevim.
Bêhedar im.
Hedara min çirayek bû,
Reşebeya dora min, xwîna wê rijand.
Bêdilovanî me.
Dilovaniya min deryayek bû,
Devên xwe xistinê û hilmijandin.