Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Hemû Berhem Berg 2

Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min

Ebdulla Peşêw

Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min Gönderileri

Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min kitaplarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min sözleri ve alıntılarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min yazarlarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kurmancî: Min hembêz ke, hêviya'm, daxwaza'm, Ew hembêz bo min landika miradê ye Min bilorîne heta ku li ba te me Ku mestiya rastiya min tenê ew kêlî ye. Soranî: Bimgire baweş, hîwam, awatim, Em baweşey bom bêşkey awat e. Bimlawênewe takû le latim, Ke mestîy rrastîm tenya ew sat e.
Sayfa 51 - Peywend
Tu jî min dihêlî
Tu jî min dihêlî. Pir baş dizanim, tu jî min dihêlî. Tu jî serxweş dibî û Wek qedeheke vala min dihêlî. Tu jî min dihêlî. Çawa ku keskahî bax dihêle, Çawa ku mij û dûman şax dihêle; Tu jî min dihêlî. Tu jî min dihêlî. Çawa hespekî xurt siwar dihêle, Çawa peyva tagirtî... zar dihêle, Tu jî min dihêlî.
Sayfa 189 - Peywend
Reklam
Te ez nenasîme! Bawer bike te'z nenasîme... Cîhana ku tu dixwazî Qet li ba min peyda nabe. Cîhana min hemû xem e, Bişirîna wê yekcar kêm e. Avahiya min kavil e, Cihê pirtûk û helbestan e. Ewa qibleya dil û çav e, Tenê pûteke şikestiye!
Peywend
Rojek dê bê, Kurd wê bipirsin: Ma rewa ye ez birçî bim li vî alî, li aliyê din Biyaniyek genimê min bihêrîne? Ma rewa ye serma tiliyên zarokên min bitevizîne?..
Sayfa 267 - Peywend
Dawiya Çîrokekê
Neçar im... neçar... ku, te ji bîr kim, Di bin darê wîjdana xwe ya har Wesêhim û zû xwe azad bikim Neçar im, divê gorek bikolim Bo her yadgarek bêhna te lê be. Divê guhê xwe kerr kim, Zimanê xwe lal kim, Ji aliyê her kesek behsa te pê be.
Sayfa 145 - Peywend
Min tawan kir ji te re negot Dildariya me - Kurte rê bû, me zû birrî; Zindî xew bû, me bi roj dî; Qediya û birîna wê ma. Bêmiradiya wê ma. Şaşwaziya wê ma. Waye ew jî bûn bi haveyn Bo vê helbesta xemrevîn!
Sayfa 127 - Peywend
Reklam
Bar kin, herin! Kaniyên me, ji bilî min, Kesekî din têrav nakin. Dargûzên me, jî bilî min, Bo tu kesek Sîbera xwe danaxînin! Bar kin, herin! Li zeviyên me Tovên we şîn nabin. Mêrgên me Di bin piyê garanên we wek agir in... Heta dartûyên me jî asî dibin, Hêlekanekê bo zarokên wê ranagirin! Bar kin, herin! Bar kin, herin! Fêkiyên darên me negihayî ne, Ava me şor e, Hingivê me di devê we de tehl e! Bar kin, herin! Bar kin, herin!
Sayfa 405 - Peywend
MIRIN Ewê ku dinyayê dihêle, Siwar e û hesp dibezîne, Zîn e cihê mirina wî; Çildan û ketina wî Çawa bû, her wisa dimîne Li ba dost û dijminê wî Mirin, madem tu her têyî Rojekî wisa were Ez bo ba te di rê de bim Rojekî wisa were Pêta min venemirîbe Serbilind û li piya bim! Abdulla Peşêw
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min
Eger Hatî Tenya Were
Eger hatî tenê were, Çawa di nav dilê min de tu tenê yî. Balifa'm bo du kesan e, Min du kursiyên bijok hene, Du piyale jî ji bo çayê !
44 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.