Hemû Berhem Berg 2

Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min

Ebdulla Peşêw

En Beğenilen Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min Gönderileri

En Beğenilen Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min kitaplarını, en beğenilen Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min yazarlarını, en beğenilen Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Qehpe ne ewên dibêjine min: Dan û mûrî birayê hev in Qehpe ne ewên dibêjine min, Xwîn û zêlû birayê hev in. Masî û çengal, Mişk û çewal, Dest û derzî birayê hev in. Qehpe ne ewên dibêjine min, Kindir û stû Cozan û mû birayê hev in."
Ditirsim, min di axekê de veşêrin, Ne ez bêhna wê nas bikim, Ne ew ji zimanêm fêm bike!
Reklam
çawa bikarim bigihêm te? ger buhuşt î, ji min re bêje, da ku dua ji hemû xwedayan bikim. ger dojeh î, ji min re bêje, da ku dinyayê bi gunehan dagirim. çawa bikarim bigihêm te? ger welatekî dagirkirî yî, ji min re bêje, da ku bo te alayekê ji postê xwe bidirûm. eger tu jî wek min qereçiyek bî, tixûbekî li dor min bikêşe, û, min ji xwe re bike welat. lê bêje: çawa bigihêm te? Abdulla PEŞÊW
Hizra min û qîblenuma mîna hev in Berê xwe bidim Her cihekê vê cîhanê, Berê mîla wê Tenê ber bi Kurdistanê ye.
Sayfa 483Kitabı okudu
Hûnê me qir bikin? Xwelî li serê we! Piştî mirinê jî Em ê nehêlin Hûn welatê me bikin mal. Em ê nehêlin Goşte me bixwin wek qijikan.
Ev dilê min Wek vagona trênekê ye, Hezar û yek rawestgehên wî hene. Li kîjan rawestgehê bisekine Rêwiyek jê peya dibe, Rêwiyek xwe pê dibeste.
Reklam
Mirin, madem tu her têyî, Rojekî wisa were, Ez bo ba te di rê de bim. Rojekî wisa were, Pêta min venemirîbe Serbilind û li piya bim!
Ez qet ne dijî wê me Ku dîktator cîhanê bigirin, Siya Xwedê bin, pir bin. Lê merceke min heye: Divê zarok dîktator bin!
Kurmancî: Min hembêz ke, hêviya'm, daxwaza'm, Ew hembêz bo min landika miradê ye Min bilorîne heta ku li ba te me Ku mestiya rastiya min tenê ew kêlî ye. Soranî: Bimgire baweş, hîwam, awatim, Em baweşey bom bêşkey awat e. Bimlawênewe takû le latim, Ke mestîy rrastîm tenya ew sat e.
Sayfa 51 - Peywend
Qeyd avêtin her du piyê'm, Kelepçe xistine destê'm, Xencer danîn ser stûyê'm, Ji min pirsîn, Navê delala min çi ye. Bêdeng sekinîm wek kevirê kerr, Min kir hîrhîra kenînê û tiştek ne got!
44 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.