Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min kitaplarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min sözleri ve alıntılarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min yazarlarını, Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
JIN
Bi dîtina te
Ez dîsa dibim benîademê serdema kevirîn;
Dîsa diçim nav şikeftên tarî, daristanên gurr;
Guhê xwe didime
Birûsk û gurmîna ewran û barana pirr;
Şaristaniya bişkoj û kabloyan winda dibe;
SEDAN SAL IN
Sedan sal in,
Di wêrana mala xwe de,
Pisîka kor a goşeya metbexa sultan im.
Sedan sal in,
Hewşa min vala ye û
Li ber deriyê dizên xwe ez pasevan im.
Ez pişteke birîndar im,
Min serî li ber qamçî xwe rakiriye.
Ez lehiyeke dijwar im,
Di her wan peravan de rabûme
Ku astengî ji min re derxistine.
Rûnanim.
Ranakevim.
Bêhedar im.
Hedara min çirayek bû,
Reşebeya dora min, xwîna wê rijand.
Bêdilovanî me.
Dilovaniya min deryayek bû,
Devên xwe xistinê û hilmijandin.
Ji Bo Enternasyonalîstekî
Ji bo hevalê Selvadorîm Xosé Romêros
Lome li min meke!
Ez jî, wek te, goga zemînê mala min e,
Asman jî hevrîşmê keça xeyala min e;
Wek te xwerist im,
Wek te jî dixwazim, heta serî xwerist bim.
Loma serbenda şî'ra min her Kurd e,
Lew ez Kurd im û nahêlin Kurd bim!
Abdulla Peşêw
Welatê min!
Tu wek perdeyî li ser çavê'm.
Tu wek mij î,
Te ji çarmedor ve dorpêç kirime.
Tu neynik î-
Di nav te de
Hemû dinyayê dibînim.
Tu perjin î-
Ji ber te tiştek babînim:
Ne çiya dibînim, ne erd...
ŞADÎ
Şadiya dinyayê mîna rojê ye,
Carinan diyar e, carinan winda.
Dixwazim biçime asman,
Heta li wir bibime rêgir,
Şadiyekê bo te zeft kim,
Ne xem bigihîje keviyê wê,
Ne melisîn di ber re biçe...
Şadîyek be,
Li asîmanan - ya stêrkan,
Li ser erdê jî - her ya te be.
Abdulla Peşêw