...
Cıhê xwe têde ne dibû nermi
Li cem wi yek bûn serma û germi
Hov bû çı zani dosti, hevali
Jê re weki hev şêrin û tali
Ne di, ne bin kır carek gulên geş
Tir lê ne barin ji ebriwên reş
Belki du sed car bûye bırindar
Lê ew nızani evin, evindar
...
Ew hemî aw û zevî,ma qey ne ê kurd, ê we ne
Hûn tenê şehzade ne ,lê ê dî em tev kolê ne
Hûn şerîf û devlemend in ,em xulam û bende ne
Na!Ne rast e ,em şerîf in hûn dizê malê me ne
Destê yar bi dest im, çı serxweş û mest im,
Di ser me re şax in, di bin me re av e
Şehınşahê dınya taca zêrin da ser,
Rewşa lat û katan xemla zer û tav e.
...
Sê milyon ciwan ji her şop û der
Dıçın Berlinê ser gora Hetler
Hetlerê mêrkuj, Hêtlerê zorker
Ji bo haşıti ev çûn û tevger)
Hey xortên ciwan, hey keçên ciwan
Xêrxwazên cıhan herın mihrecan
Herın mıhrecan bıbênın Berlin
Ew bircên belek çawa hilweşin
Diwar û kavıl hemi reş û xwin
Da hun tev bıbın dılgir û xemgin
...