En Eski Şivanê Kurmanca kitaplarını, en eski Şivanê Kurmanca sözleri ve alıntılarını, en eski Şivanê Kurmanca yazarlarını, en eski Şivanê Kurmanca yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Xorta simêlê xwe ba dabûn, qîza jî çavê xwe kil dabû, meriv tirê dawetê teze ji hev berdaye. Qîz û xortê dilketî ber hevra derbaz dibûn, çev dikirne hevdu, kêleka hevda diçûn, xwe ber hevra davîtin diçûn.
Qîzêd cahil temezî ji serê xwe vedikin, davîtne stuyê berana; xort tên wan temezîya vedikin, dibin. Lê yê ku temeziyê vedike, xwe kivş dike, wekî wê qîzkê, wê bistîne.
--Lao! Qelen şerîetêda maye, hetta pêxember jî qelen daye, çewa ez te bê qelen bidme mêr?
Karê digot:
--Na bavo, qelen dê û bava derxistîye bona kara xwe, me notla pêz xwera difroşin.
Paîzê eme rûte-tazî bûn.Me zaf serma dikir ji dest şilîşilope,baranê û tayrokê.Hasretiyê me çîkî germ bû,wekî me xwe lê germ bikire. Me digot:"Gello,kengê paîz bê,berf bikeve,em heywaner bela bikin û herna male xwe rihet bin."
Ezî vegerandinêra şa bûm,çimku,şeher ji gund xîrabtire.Lê vira meriv nikare derkeve,aza xwera bigere. Ringe-ringa ereba, faytona û maşenîya serê meriv dibir.
Siyabend û Xecê
Xeçê kilamê xweda nifir dikir li çîyaye Sîpanî-Xelatê,kanîyê wê pınara wêy kanîyê wê,û meşe wê. Xeçê nifır dikir wê şînayê, ya ku lê çêrîya ew gakûvi...
Gunê min gellekî wan belengaze dihat,ez cara diçûme dûr ber kevira, digrîyam.Seva wan belengaza zêre-zêre wan û lûbe-lûbe wan.Ez dizîkave digrîyam, wekî bidîtane, wê ez jî bikuştama.