Öne Çıkan Şivanê Kurmanca kitaplarını, öne çıkan Şivanê Kurmanca sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Şivanê Kurmanca yazarlarını, öne çıkan Şivanê Kurmanca yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Berhema Erebê Şemo a bi navê "Şivanê Kurmanca" di sala 1935a li Ûrisêtê hatiye weşandin Yekemîn romana kurdî a nûjen tê hesip.
Çîrok di aliyê xwezeya xwe de balê dikişîne ser xwe. Nivîskar qesta tu tiştî nagre. Di aliyê nivîskarê wê û her demê. Neketiye pey qalip, şêwaz nizam rêk û pêk û qerefata. Çawa di dilê wî de hatiye wusa nivîsiye. Ne ketiye bîr û bawerên xwe, ne jî ketiye pey hevokên xemilandî. Di xwezeya jiyana wê demê de. Çawa ye wusa hûnandiye. Dema xwîner vê çîrokê dixwînin baş lê sewraxt dibin ka çanda jiyana Kûrdan a rojane çawa ye. Jiyana xwe çawa li ser xwezayê ava kirine. Û çawa hertim şivanî û û rencberî kirine.
Kurd pir kesîp bûne. Hertim karê piçûk ên navgundî kirine û bêwar nav derî û qapiyê xelkê bûne. Lewma şivan û olamtiya xelkê dikin. Mijara civakî bi awayê jiyana rojane a gel va hatiye hûnandin.
Çîrok di aliyê mijarê ve civakiye. Lewma meriv dikare bêje çîrokek çandi an jî civakiye . Her çiqas alî ziman û zargotinê ve dewlemendbe jî. Nava çîrokê de peyvê biyanî pirin ( Duşirmişbum, teyanmiş bû, herf...) Dema dîna xwe bidî devoka îroyîn a Serhedê. Dîsa peyvên biyanî pirin. Divê ev mijar were lêkolîn kirin. Çima ew qas peyvên biyanî di nava xeberdana rojane de hene. Lewma nivîskarê wek Erebê Şemo bigre heya Şakirê dengbêj ( Kewê Ribat)heye û di Serhedê de ev tişt hîn didome.
Roja Zımanê kurdi da romaneki pır xweş bu. Kurmanc berê da şıvanti û gavanti ye dıkın. Emrê wan dı belengaziye da puç dıbe. Lı ber xelkê dın zılme dıbinın. Lı karê xweda ji pır jihatine. Hınek tışt hene, sed sal ji derbas be naguheze. Kelen disa heye û disa derdeke. Zıman û nivisandina pirtuke pır xweşe. Mın bı qef xand kutta kır...
Pirtûka Ereb Şemo ya bi navê Şivanê Kurmanca yekemîn romana Kurdî tê qebûlkirin û her wiha yekemîn romana ku bi alfabaya latînî hatiye nivîsandin.
Ji ber kû yekemîn romana Kurdî ye min 10* dane pirtûkê
Belê roman em dikarin bêjin romanek biyografîke. Heta em dikarin bêjin Erebê Şemo weke ku ji jiyana xwe vegotibe. Ji xwe ser karekterê romanê jî Ereb ê lawê Şemo ye.
Roman di hela ziman de li gor min gelek giran bû yanî kurdîyek standart min di romanê de nedît û rastî ji ber xwendina romanê min gelekî zahmetî kişand. Min çend cara hewl da ku ez dev jê berdim.
Roman di dema sovyetê derbas dibe mekan jî em dikarin bêjin bi temamî kafqasyaye û bi taybetî jî Qers e.
Di serê romanê Şemo û balbata xwe weke koçer gund bi gund digerin û bi tevî malbata xwe gavantî û xulamtiyê dikin ji dewlemendê derdore. Malbata Şemo di nava xîzanî û tunebûne jiyan dikin.
Piştre Ereb şoreşa sowyetê nas dike û dikeve nav şoreşa li sowyetê diqewime û li nav gel xebata dimeşîne û wan bi rêxistin dike. Li gor Şemo sedema xizanî û neçarîye gel, axa, şêx û begin û ji xelkê daxwaz dike ku guh nedin axa, şêx û began.