...Herdu hevalbend li ber masa xwarinê rûniştine, giran giran dixwin û hêdî hêdî jî dipeyivin. Mijarên galegalên wan ji demên buhurî dest pê dike. Di navbera hevdîtina meriv de çiqas wext derbas bibe, meriv jî ewqas dixwaze li wan kevnerojên buhurî vegere...
"Belê, belê...xatûn! Jîyanek dûr û dirêj bi demên xwe yên çê û xirab li me bihurî. Ka kê dizanîbû ku em ê rojekê bibin kal û pîreke wisa. Mirov bi mirina xwe bawer dike lê bi pîrbûna xwe, na! Jîyan weke avê li me herikî!..."