Ger mirov germ dike dibe xeyalên windayî yê nav-zarokî-, ger sar dike wek daxwazê nemimkûn... Qirêjiya 100 salan a sîstema li me hatî zeliqandin û me ferî bêhîskirinê kiriye, heman demê de nîvê şevê deriyê xaniya dîsa tên şikandin, serê sibehê de dîsa wesayît didine ber malên Xaltikên wek Dilşa...
Ev berhem ne hewceyê danasînêye lê belê dawiya rûpelên xwe ser mijarekî girîng pêşeroje re rê vedike:
"Gundiyê xebatçî, kesîb û batrak idî zanin-şêx, melle, beg û axaler dijminê wanin. Wekî roja bê lazim be, ewê hazir ber dîwana şêwrêda xûna xwe birêjin."