Ger mirov germ dike dibe xeyalên windayî yê nav-zarokî-, ger sar dike wek daxwazê nemimkûn... Qirêjiya 100 salan a sîstema li me hatî zeliqandin û me ferî bêhîskirinê kiriye, heman demê de nîvê şevê deriyê xaniya dîsa tên şikandin, serê sibehê de dîsa wesayît didine ber malên Xaltikên wek Dilşa...
Ev berhem ne hewceyê danasînêye lê belê dawiya rûpelên xwe ser mijarekî girîng pêşeroje re rê vedike:
"Gundiyê xebatçî, kesîb û batrak idî zanin-şêx, melle, beg û axaler dijminê wanin. Wekî roja bê lazim be, ewê hazir ber dîwana şêwrêda xûna xwe birêjin."
folklor û jin (Sözlü edebiyat ve Kadınlar)
Ev lêkolîna, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêk anîn. Mirov dikare bibêje ko xebateke bi sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cihê jinan û motîvên ser tema jinan nîşan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materiyal, nedaye li ber çavan.
Ez bawerim Soneyên Kawa Nemir piştgirtina wêjeya mirovahiyê ye. Lê belê em yanî xwînerên kurdî kengê qedr û qîmet bidin van camêran ez nizanim. Ev helbestana sê roja carek were xwandin dîsa jî giringî û taybetiya wê re nagihe. Balkêş e Kawa Nemir cihê helbesta kurdî her diçe xurt dike, mala wî awa =)
"Ew Nemirê ku dibê' dinya şên e em lê ne
Lo li keviyên şên lê dixuşin pêlên şê ne"
Derheqê rûsî (salat stolîçniy) an jî swêdî (det spelar ingen roll) de hêzek bê fayde di de mirov, tenê bala min kişand heger we nav çîrokan de tişt nedît paşê nexeyidin =)