Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan

Rohat Alakom
Kitêba Rohat Alakom "Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan" din av weşanên Avesta de derket. Ev lêkolîn, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cîhê jinan û motîvên ser tema jinan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materyal, nedaye ber çavan. Nimûne tenê ji nav çîrok, destan, gotinên pêşiya û stranan, ji nav van çar beşên bingehîn hatine hilbijartin. Giringiya vê xebata piçûk ew e ku li ser folklora kurdî lêkolîneke bi zimanê kurdî tê çêkirin. Ji aliyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêje du rûçikên vê pirtûkê hene: folklor û jin. Ev herdu babet di vê pirtûkê de ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Xwendevan ji alîkî de dikare folklora kurdî binase, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji aliyê din bi saya hin berhemên folklorîk dikare derbarê cîhê jinan û rewşa jinan de zêdetir agahdar bibe û zanyariyên xwe pêş da bibe. Ji aliyê din dema ev pirtûk hate berçavkirin, xwendevan ê bibîne ku, jinan di folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine û serdestiyeke wan heye. Di folklora kurdî de gotin "gotina jina" ye û kilam "kilamên keçikan" in.
Yazar:
Rohat Alakom
Rohat Alakom
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 42 dk.Sayfa Sayısı: 166Basım Tarihi: Mart 2013Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055585860Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
166 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
·
6 günde okudu
Pirtûka me a yekemîn e ku liser folklora Kurdî lêkolîneke bi zimanê Kurdî hatiye çêkirin, ji alîyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêj e du rûçikên vê pirtûkê hene:folklor û jin, herdu babet jî ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Hûn dikarin bi saya vê xebatê nasîya xwe bide folklora Kurdî, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji alîyê din bi saya materîyalên folklorîk derbareyî cîhê jinan û rewşa jinan de dikare zêtir agahdar bibin, zaniyarîyên xwe pêşta biben, nûh biken. Ji alîyê din dema ev pirtûk hate berçav kirin, hûnê bibîne ku, jinan di nav folklora Kurdî da ji xwe re textek ava kirinye û serdestîke (hakîmîyet) wan heye. “Kerem kejorê bibe ezîz mêvane, Ji seferê hatî, ezîyet dîne, ezebê girane, Emê şermîyê bavêjin berpîyane, Gerdana min kupî hingivîne, Şirîn-şirîn bimijîne. Perda edebê ji ber hilîne, Bax û bostanê min gîhiştîne. Hesar kirî bo te min hîştine, Bikeve nave, gul sosinanjê biçîne.”
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinanRohat Alakom · Avesta Yayınları · 201310 okunma
Reklam
166 syf.
9/10 puan verdi
·
4 günde okudu
folklor û jin
folklor û jin (Sözlü edebiyat ve Kadınlar) Ev lêkolîna, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêk anîn. Mirov dikare bibêje ko xebateke bi sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cihê jinan û motîvên ser tema jinan nîşan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materiyal, nedaye li ber çavan.
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinanRohat Alakom · Avesta Yayınları · 201310 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.