Temenên Li Ber Bahozê

A.Hekim Kozluk
Vê biharê, rûyê Nisêbînê wekî heyveke zîvîn e. Wekî heyveke zîvîn e ku di pişt ewran de maye... Rûyê Nisêbînê wekî deqandineke di demê de wênandî tê û di min dibihure. Lê em bêxatirxwestin in... Em girêdayî veqetandinên xwe ne hetanî bi mirinê. Firtoneyên nava me ji wê ne heyran. Em û Nisêbîn, em wekî du dergistiyên di navbera du kêran de li civanên hev in. Bila zeman di zimanê fistoqî de zirtan bizmar ke. Ne xem e. Di hebûnweriyê de hê jî gerdûn bi şikûdarî pêl dide. Û wê Nisêbîn bi bîreweriya xwe hişmiraz biwelide. Wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne...
Sayfa 161 - Aryen Yayınları
“Li dinyayê her tişt ji bo bigihê armancekê dilebite û her tiştê ku dilebite, çîroka xwe pêk tîne. Pêşiya pêşî çîroka xwe pêk tîne. Lê hinek çîrok di kirasên efsaneyan de ne. Her yek ji we ji bo sêwirandina vê efsaneyê li vir e. Hûn bi xêr hatine sêwirandina efsaneyan...”
Sayfa 148 - Aryen Yayınları
Reklam
Êee, ev dinya wilo ye; yan divê navê te hebe, yan jî cizdanê tê!
Sayfa 12 - Aryen Y.Kitabı okudu