Tûrikê Pîrê Kal

Pire Kal

En Eski Tûrikê Pîrê Kal Gönderileri

En Eski Tûrikê Pîrê Kal kitaplarını, en eski Tûrikê Pîrê Kal sözleri ve alıntılarını, en eski Tûrikê Pîrê Kal yazarlarını, en eski Tûrikê Pîrê Kal yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bu metin Kürtçe dilinden otomatik olarak çevirilmiştir. Orjinali Göster
Gül açtı, yapraklar döküldü Gül kurudu, kelebek ağaçtan uçup gitti Kalp yoktu, kalp yoktu, kelebek yoktu, gül yoktu
Qoricî
Kurê kerê çiqas fahş e Qoricîtî çi pê xweş e Çewt û xwar e, bere paş e Dê qerwaş e, bav qeraş e Bavkuj e, xweyî meaş e Ji bav û kalê xwe ve cahş e
Reklam
Welatê min çar par e yar, bindestê neyar e Alem şad û şiyar e, ez çima raketî me? Ez çima şiyar nabim?
Heta ku bindest hebin, birçî û kuştî hebin
Hişyar e ker
... Hişyar ji eskerîye hatibû îznê. Fesla biharê, meha adarê bû. Bav û bira tev çûbûn zeviya avî... Hişyar li mal razayî bû, delalîye de bû, xatûnê jê re hazirîya xwarinê dikir... Diya wî bi misîn av li destê wî dikir û bi hesret pê re dipeyivî û jê dipirsî :Kurê min ez qurbana te, tu hînê Tirkî bûyî. Law dibêje belê daye, dê bibêje, Hişyarê min ez goriya te bim. Navê nan, av, dew, mast rûn çi ye ; Hişyar yek bi yek dibêje, kêfa diya wî li cî ye. Dibîne ku cehşikek kêrê di ber wan re dibore. De dipirse ;kurê min navê cehşa kerê çi ye? Ji law re pir gotine eşşek oğlu, dizane eşşek ker e, lê cahşike nizane. Dibê, daye heta ku hûr in ne tişt in, bê nav in. Ku gir dibin, mezin dibin, dibin eşşek.
Ape Musa
... Wekî ku gelê dinyayê tev bi zar û zimanê xwe dixwînin, dinivîsin. Gelê Kurd bi zar û zimanê Tirkan, Ereban, Eceman, dixwînin û dinivîsin. Şerm û rûreşîya mezin ew e ku, li xwe hay nabin û napirsin, çima? Bi zar û zimanê dayika xwe naxwînin û nezan in. Bindestî koletî li wan rûniştiye, nabêjin em çima nezan in, kêm in ketî ne. Min got Apê Mûsa çima? Apê Mûsa got ; lewra xwe nas nakin, ger xwe nas bikin dê xwe ji bindestiyê xelas bikin.
Reklam
29 öğeden 21 ile 29 arasındakiler gösteriliyor.