Hêviya min mezin bû ku wê Meryem bê, ji ber ku li vî welatê tirsnak tenê baweriya mirov bi miriyan tê. Tenê kîna miriyan li hember hezkirinê tuneye. Wisa jî tenê mirî xwîna du evîndarên ku li kolanê, li ber çavan, evîndariya xwe nîşan didin hedir nakin. Kesên zindî van tiştan tehemul nakin, hezkirin wehşê kînê yê di hundirê wan de razayî, şiyar dike.