Wehşê Di Hundirê Min De kitaplarını, Wehşê Di Hundirê Min De sözleri ve alıntılarını, Wehşê Di Hundirê Min De yazarlarını, Wehşê Di Hundirê Min De yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Wehşê di hundirê min de, wehşê di hundirê te de, wehşê di hundirê wî de...
Kî dikare bibêje ku wehşek di hundirê min da tuneye?
Dibe ku hin wehşên di hundirê hinek mirovan de, ji yê di hundirê hinek mirovên dina dijwartir yan jî baştir be. Lê ez bawerim di hundirê me te va de wehşek heye û hinekên ji me li dijî wî wehşî dertên lê hinekên me jî wî
Her tişt li cem min wekî hev bibû. Ti tiştekî nema dikarîbû hastên min bilivîne. Ti wateya demê nemabû, ne ya rojê ne jî ya şevê û ne jî ya vê salê û wê salê. Her tişt wekî hev xuya dikir û wisa jî her tişt bê reng û bê çêj bû.
Tirseke wisa ku gav bi gav dabû dû jiyana min a ber bi cihekî nenas ve diçû. Tirsa ji wehşên dirinde yên ku di rengê mirovan de ne. Tirsa ji mirovên ku ji çermê xwe derdikevin û dibin wehş ên ku dikarin her gav hev du bixwin. Roj bi roj berfirehtir bû û her kom û komik, her ol, her mezheb, her netewe, her êl, her malbat, her yek û wehşê wî çêbû. Di rojên perwerdeya leşkerî de, bi hezaran leşkeran, bi yek dengî û bi qêrîn bersiva pirsa serbazê perwerdekar a "hûn kî ne?" didan û diqîriyan:
- Em wehş in.
Em li welatekî wiha dijîn ku yek qanûna ji bo cihbicihkirina dadmendiyê lê peyda nabe lê min xwest ku îro ez bi xwe re dadmend bim. Bi kurtayî mesele ev e. Ez nema tehemul dikim.