Niviskar Eliye Evdilrehman Xatê Xanima xwe a hemû raya giştî a Kurda eyane de. Bi devok û bi şêwaz û bi rê û rêbazên xwe ve reng û dengê Serhedê derxistiye holê. Elîyê Evdirehman jî yek ji wan niviskarê ekola Sovyeta Berê ye. Li ser vê tradîsyonê diçe. Ser vê himê çiroka xwe bi zimanê xwe'y xurt, bi zargotina Kurdî ve xemilandiye.
Çirok , çirokek epîk e bi nêrîneke ve em dikarin wek romantîk jî binirxînin.Bi aforizmaya va xwastiye xwênera bide zanîn, ger tifaqa Kurdan çêbe dikare tiştên gelek mezin bike.
Dayika(Xatê Xanim)Eliyê Evdilrehman afirandiye, ne di rêzê de ye. Ew lawê xwe bêtir gelê herêmê-Kurdistana Dersîmê- difikire. Niviskar jêhatîbûn, biaqilbûn an jî serxwebuna Xatê Xanimê hertim bi şibandina mêran dipesinîne. Ev yek helbet ne xweş e. Çawa ku bi hişmendiya feodal an jî hişmendiya mêranî lê dinêre. Lê dema mirov berê xwe bide berhemê niviskarî ên din jî. Mirov dibine ku. Jin hertim di çirokên wî de hene û hertim birûmet û serbilind in. Niviskar kiriye ku merama xwe bi nêrîna civakê rave bike. Xwe gelemperî şêwaza wî -wekî hemîniviskarê ekola Sovyetê - ewe kû bi zimanê gel, bi edebiyat û zargotina gel rave bike. Ji ber wê gotinên pêşiyan û bêje xelekên serekene.
Ne tenê Xatê Xanim. Hemû kesayetê wî netewhez, biaqil jêhatî û serxwe ne. Tifaqa Kurdan mexset û mirazên hemiyane.
Niviskar hemû hêza xwe daye ser şîreta ku gelê Kurd re dike. Hemû Kesayetên wî serxwe, biaqil, jêhatî û netewhezin. Tenê bavê Xeynî bêbext e. Dike hebuna bêbextiyê jî vebêje. Lê çawa ku qêmîşê şîreta ku dide nake. Ji bo bala xwenêr bela nebe. Ser bêbextiya ku hatî kirin nasekine.
Xwe çiroka xwe wisa dihune. Ew bêbextiya hatî kirin vala dertê
Wekî gelek metnên Kurdî de di vir de jî qala dostaniya di navbera Kurd û Ermenan dike.
Xeynî dostaniya Kurd û Ermenan. Qala