Gaziya Dûmahîkê
Rabe ey Kurdê ji Kurdan
Ser ji êxsîriyê hilîn
Daweşe ji toz û xubarê
'Ilm û 'îrfanê bibîn
Dê heta kengê xulam bî
Tu di bin piştiyan hemal
Şev me bûrand, roj derket
Rabe ca em çîne mal
Mala min gotî xirab e
Tê niye bira û bab e
Hindek êtîm mayne şevê
Tariyê da, bê çira w tavê
Evdirehîm Rehmî Hekkarî
Ez Çûme Baxan
Ez çûme baxan; bêdar, dûr bûn
Meşiyame raxan; bêhespê gewr bûn
Min gote bilbil: Ma gul te der da?"
Min dî ku kundek derhal cewab da:
Ka bilbilê jar! Qa dîn bûyî tu
Serhed xirab in, pênc sal e îro
Sotin, qelandin bax, gulistan
Sorgul nehêlan, bilbil newestan
Evdirehîm Rehmî Hekkarî
Jêrenot:
Rax: Lehfê çiya, bintara çiya.
Der da: Bi der da.
Qa: Wisa tê zanîn ku ev peyvik bi mana "qey" e.
Newestan; Nesekinî