Demek sekinî
Welatek xerabe
û
Bi dilekî şewat
Li te dinerim.
Di ezmanên sayî de
Li ewran digerim,
Ez nizanim
Tu bêje
Wê kîja baran bitefîne
Agirê dilê min.
Demek sekinî
Welatek xerabe
U
Bi dilekî sewat
Li te dinerim.
Di şevên reş û tarî de
Li hêvîyan digerim
Ez nizanim
Tu bêje
Wê kija stêrk
Ronî bike
Bîbikên çavên min
min pala xwe da kîjan dîwarî;hilweşiya
ava tehl e hemû kaniyên jê vedixwim
xewnên min giş reş û spî
bedena min warê wêran.
ax xwedayo!
ka ew bihara ez li bendê bûm!
ka ew karxezala te pesnê wê dida?
hêleke min diqutife ji sermê
çiya keleheke asê, rê asê,dem asê
hêviya min kulîlka binê berfê
ha bel bû ha bel bibê
û berf tê
tê
tê..!
bibare berfê
li ber xwe bide kulîlkê,
tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!
wê vebe rengo rengo
piştî taveke xwêjinkî keskesor
sihareke rûbihar e hêviya min
tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
ha hilat ha hiltê
û berf tê
tê
tê..!
bibare berfê
li ber xwe bide kulîlkê
berf li hêlekê, tu li hêlek ê
hêviya min jî bihar e
ne milk e li Mem û Zînê
ne evîn, ne evîndar î…
evîn biharek e dînê!
hesinkerekî dil dayê, dildar ma.
temendîrok û dozdar ma.
û li pey,
li vî çiyayî, li vî beriyê…
negihiştin xweziyê
çav li rê, bengîn in hê
vebûn vebûn bi hêvî ne hê
kulîlkên zer şekerok in
kulîlkên sor birazava…
hesinkerek bi navê Kawa
dil dayê, evîndar ma;
bejin-agir û çav-aza
evîn bihareke dînê!
evîn bihareke dînê!
evîndar her şerkerek e,
milkê wî Birca Belek e.
ew milk e
dergûş û kemla evînê…
roj bihurin
demsal, sal
çend caran kulîlk vekir darbehîvê
heyvê xwe çend caran nû kir
nayê jimartin mehrûmê
tu nehatî!
ne şêx ne mişayix
ne axa ne beg
qeşmerek nema
min xwe neavêtiyê
tu cardin nehatî!
temen tirş
rû tijî kirş
bajar
hejar û jar ma
min efareya te jî xwar
yar
de were!
de were!
jiyanê li min bike bihar!