İşev, şevek ji şevên wî yên li Navenda Civakê bû. Daket kantînê, xwarineke din a bêtehm wekî guran xwar, bi lez meşîya û çû Navendė, beşdarî nîqaşeke "grûba nîqaşê” bû, du mahtên tenîsa maseyê list, gelek qedehên cîn vexwarin û bi qasî nîv saetê li dersa bi navê “têkilîya ÎNGSOS'e bi setrencê re" nêrî. Ruhê wî ji ber acizîyê perpitî, lê şîyana wî ya ku îşev xwe ji Navendê vedize, tunebû. Nivîsandina Ez ji te hez dikim hundirê wî bi daxwaza mayîna li jîyanê tije kir û ji nişka ve girtina rîska herî biçûk jî, bi wî wekî ehmeqî hat. Dema xwe gihand malê û ket nav nivînên xwe ku cihekî tarî û ewle û ji telemonîtorê azad bû, saet nebûbû yazdeh.