El wefayî wesla canan xemzîdara min nehat
Ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat
Mam di qeyda derd û daxan xemgusaramin nehat
Subhe nabit wê şevê dengê menara minnehat
Derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bêçîmen
Bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bêweten
Şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen
Mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul