Li welatê min
rojname lal ji diya xwe dibe.
Li welatê min
radyo kerr ji diya xwe dibe.
Li welatê min
televizyon kor ji diya xwe dibe.
Ewên bixwazin
li welatê min
Ew bi saxî ji diya xwe bibin
Wan lal dikin û dikujin
Wan kerr dikin û dikujin
Wan kor dikin û dikujin
Li welatê min.
Îro payîz bar kir û
çû ji vir
ku ez ketim warê wê yê vala
Axînek jê mabû
Min axîn anî mal
Axîn wek ku bêjî
Payîz taybetî ji bo min dirûtibe
Tam li gor şiîrek min bû.
Ba gazin ji porên Kalê kir
çima xwe dane hev û
nayên pê re nareqisin.
Porên xembar gotin:
Heta tiliyên Kakil
xwe li me nepêçin
em bi kesî re nareqisin.
Ba got:
Eger ku ew tili zîz bûn,
an weşiyan!
Porên kelegirî gotin
Wê gavê em jî xwe kurr dikin.
Eger evîna te baran be
va li berê rawestime.
Eger evîna te agir be
va li navê rûniştime.
Ey evîna Kurdistana min!
Helbesta min dibê
ta baran û agir hebe
ez jî heme.