Îro payîz bar kir û
çû ji vir
ku ez ketim warê wê yê vala
Axînek jê mabû
Min axîn anî mal
Axîn wek ku bêjî
Payîz taybetî ji bo min dirûtibe
Tam li gor şiîrek min bû.
Ba gazin ji porên Kalê kir
çima xwe dane hev û
nayên pê re nareqisin.
Porên xembar gotin:
Heta tiliyên Kakil
xwe li me nepêçin
em bi kesî re nareqisin.
Ba got:
Eger ku ew tili zîz bûn,
an weşiyan!
Porên kelegirî gotin
Wê gavê em jî xwe kurr dikin.
Eger evîna te baran be
va li berê rawestime.
Eger evîna te agir be
va li navê rûniştime.
Ey evîna Kurdistana min!
Helbesta min dibê
ta baran û agir hebe
ez jî heme.
Dilê min weke vagoneke trênê ye
Hezar û yek stasyonên wê hene
Her cara li stasyonekê ji wan disekine
Rêwiyek wê dihêle
Rêwiyek xwe davêje navê
Lê ji gava dilê min bûye vagon
Rêwiyekî xembar tim lê siware
Peya nabe
Peya nabe
Li tu kuncê vê dinyayê
Ev rêwî li rêça navê xwe digere
Ev rêwî li rêça çavê xwe digere
Ev rêwî birîna min e
Ev rêwî ken û girîna min e
Ev rêwî Kurdistan e
Helina yekemîn evîna min e