Memduh Selim Beg tarîxê fahm dike; li rabirdû xwedî derketin, gava nû zanîbûn û her gav pêşketin, nûkirin, zêde-çêtir-xweştirkirin. Gava pêşketin, nûkirin, çêtirkirin tune be, hingê tarîx jî nabe.
Memduh Selim Begê carina pirûz û carina jî rûbiken, li Stenbolê, dil dikir ku wî jî wekî Qedrî Begê bikaribûya henek bikirina, niktan li pey hev rêz bikirana. Lê mixabin, ew nizane xweş bike. Ew nizane, bi alîkariya henek û qirfan, mij û dûmanên endîşe, xem û keseran ji xwe bi dûr xîne, ew awayê malkambax yê ciddiyetê, bi henek, dîlan û stranan, bixeniqîne.