Li gor wî,dilê ku deriyê xwe ji şi'îr û germîya şi'îran re venake, dilekî nîvmirîye.
Dilekî wekî çoleke zuha, erdekî qiraç, deverek bê bergeh û tahtekî hişk û zuha.
Heq, huqûq, demokrasî û mafên merivahiye tên xeniqandin, tên fetisandin. Par li Kurdistanê qetlîameke mezin çêbû. Dewletê gelek bîrewêr, rênas û pêşawayên me bi dar ve kirin.