Bindestan Wetrê Dekolonîzasyon Xilasbûna Hemû Pirsgirêkan e?
Puan vermedi·152 syf.··
Beğendi
·
2026 14. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 13 Şubat 2026 16:09
"Gelo em ê bikaribin, ligel her tiştî, hêviya siberojekê bikin ku em giş bikaribin bi aheng tê de bijîn?" (r. 138) Antîkolonyalîstê Tunisî Albert Memmi di vê pirtûkê de ji me ra behsa wê yekê dike ka gelo rojekî gelên bindest ji bindestiya xwe rizgar bibin, serxwebûnê bi dest bixin, wê hemû pirsgirêkên wan miletan ji holê rabin yan na? Ew miletên ku demên dirêj di bin destê kolonyalîstan da mane gelo dê piştî serxwebûnê bikaribin birînên xwe bipêçin, ew tesîra ku kolonyalîstan li ser wan hiştiye, dê bikaribin ji ser xwe biavêjin? Memmi bi me dide zanîn ku ev ê ewqas ne hêsan be. Dibe ku ew gelên ku ji bindestiyê xilas dibin demeke dirêj nikaribin werin ser hemdê xwe. Dibe ku nikaribin ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî re çareyan bibînin an wek miletekê hevdu hembêz bikin û bi hev re tiştên ku winda kirine dîsa bi dest bixin. Albert Memmi vêya bi awayekî zelal ji me re rave dike ku piştî dekolonîzasyonê jî çareseriya hin pirsgirêkan wê zû bi zû pêk neyê. Ji van pirsgirêkan belkî ya herî mezin ew e ku ew milet bikaribe di nava xwe de yekîtîyekî ava bike ango li gel ewqas nakokî û dijberiyan ji bo silametîya netewebûna xwe bikaribe hevdu bi cudahiyên hev ve qebûl bikin. Pirsgirêka din a mezin jî bêgûman rewşa aborîyê ye. Di cihekî de Memmi li ser vê yekê disekine û dibêje piştî serxwebûnê dibe ku ew milet heta wextekî mihtacê serdestên xwe bin jî û kêmasiya wan bikişînin.. trajedîyeke mezin e ev. Di edebiyatê de jî pirtûka Thiongo, Bir Buğday Tanesi ji bo vê mijarê mînakeke pirr baş e, divê miheqeq bê xwendin. Piştî ku min ev pirtûk qedand, min çavên xwe girt û xeyal kir em ji rewşa bindestiyê derketine, me serxwebûna xwe bi dest xistiye, welat aza ye, şêrên dayikan di paxilên wan da ne, govend û dîlan e:) piştre min ji nişka va çavên xwe
Dekolonîzasyon Û Yên DekolonizebûyîAlbert Memmi · Avesta Yayınları · 20252 okunma
Rexneyeke Derengmayî
10/10
·176 syf.··
Beğendi
·
2025 39. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 09 Mayıs 2025 00:29
"Ewên bûn rêberên me Çi anîne serê me" - Cegerxwîn Edebiyata miletên bindest her tim aliyekî xwe yê kulek heye. Berhemên ku ji nava vê edebiyatê dertên jî herwiha pala xwe didin vê kulekiyê û exleb bi du teşeyan derdikevin pêş: helwesta dijkolonyal û nakokiyên navxweyî. Di edebiyata kurdî de teşeya ewil bi awayekî şênber xuya dike, ango berhemên kurdî yên ku xwedî helwesteke dijkolonyal in, em dikarin bibêjin gelek in. Lê ji bo ya duyemîn zêde mînak tune ne. Yanî nivîskarên kurd di berhemên xwe de, ji xeynî mijarên bi bindestiyê ra eleqedar, cih nedane meseleyên xwe yên navxweyî, berê xwe baş nedane civaka xwe, kêmasî, nakokî û astengiyên di nava xwe da baş tehlîl nekirine, tewr gelek caran, çavên xwe ji wan ra girtine. Ji ber hindê ye belkî rewşenbîrî di nava kurdan da zêde pêş neketiye, lewra rewşenbîr ew kes in ku ji sekna xwe tavîz nadin, bi aliyekî xwe ve li civaka xwe nanêrin, wêrek in û fikr û gotinên wan li gorî "hin aliyan" teşe nagirin. Ev pirtûka li ber destê me jî hem xwediyê sekneke dijkolonyal e, hem jî xwerexneyek (self-criticism) e di eslê xwe de ku heta niha kêm mînakên wiha çêbûne. Rêzebûyer, li dor serlehengê bi navê Ferzend û gera wî ya li Amedê diqewime. Ferzend, bi eslê xwe ji Amûdê ye, lê ji ber sedemên polîtîk, wekî gelek kurdan, ew jî di temenekî ciwan de terka welatê xwe dike, wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Li wir bi hezkiriya xwe Berfîn Xanimê re dizewice. Zarokeke wan çêdibe bi navê Dara. Piştî çend salan zaroka wan ji ber nexweşiyê dimire. Li ser mirina kurê wan ra zêde wext derbas nabe hevjîna lehengê me Berfîn jî xwe dikuje û Ferzendê bê welat, vêca bê malbat, bê kes û kûs dimîne. Êdî penaberî hew kêrî wî tê, dixwaze beriya mirina xwe carek be jî biçe welatê xwe û ji dûrî ve (ji ber ku qedexe ye nikare biçe)
Heftiyeke Direj li AmedeFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 20156 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Puan vermedi·208 syf.·
2022 10. kitabı
Pirtûk li ser dagirkirina Kenyayê ye. Kenya ji aliyê çend dewletan tê dagirkirin. Karê dagirkeran ya ewil guherandina ziman û dînê gel e. Bi zorî dikin xaçperest. Lewra dewlet an jî miletek li ser du tiştan hebûna xwe didomîne. 1) ziman û çand, 2) dîn. Bi taybetî jî li ser ziman gel hebûna xwe didomîne. Ev herdu tişt têgehên mêtingehkariyê ne. Dewletên dagirker bi zordarî zimanê xwe wan dide hîn kirin. Dibistana wedikin û perwerdehiya ziman û çanda xwe didin hîn kirin. Bi vî awayî wan ji ziman û çanda wan dûr dixist. Jixwe dema ku ziman û çand di nav civatekî an jî di nav gelekî de holê rabe, ew gel ji miriyan zêdetir tiştek nîne. Miriyên neçalkirî. Laşên bêziman û bêrih. Dema ku dewletek û axek were dagirkirin, li ser wî axê hin kesên xweperest û çavbirçî alikariya dagirkeran dikin. Pirtûk gelek li ser vê tiştê disekine. Bi dijminên miletê xwe re yar û dostî dikin. Mixabin. Ew kesên zikbirçî bi destê dijmin birayên xwe dikujin û dest diavêjin mal û namûsa wan. Dema dagirkerinê gel dibe du beş, beşek li ba hêzên dagirkeran, beşek jî li ba miletê xwe disekine. Wê demê plana dagirkeran tê cî û Birakujî dest pê dike. Li ber dijmin tenê tiştek dikare wan hişyar bike. Perwerdehî. Belê miletek tenê dikare bi perwerdehiyê serfiraz bibe û bigîje asta civakên mezin. Serlehengê pirtûkê jî dizane ku miletê wî bi tenê dikare perwerdehiyê hişyar bibe û dagirkeran ji welatê xwe baqij bike. Tenê perwerdehiyê dikare miletekî ji taritiyê xilas bike. Di nav taritiyê de mirovên xwendane dikarin gelê xwe li hemberê dijminan biparêzin. Belê rewşa Kurdan ji rewşa Kenyayê jî xirabtir e. Lewra perwerdekerên me li ba dijmin disekinin. Di dibistanên wan de xwendine û bi fikrên wan ên pûç û dijminane hişê xwe tijekirine. Rewşenbîrên bê ar. Dîsa jî li serî her tiştî perwerdehî ye. Wek
Kurdî
Aradaki NehirNgugi Wa Thiongo · Ayrıntı Yayınları · 2016406 okunma