APÊ REŞÎD :29
-Apê reşîd roja te bi xêr ..! Ka rewşa te çawe ye qurban ? Tu başî ?
- Wey tu her saxbê birayê hemdîn . Tu gelek bi xêr hatî Ka rewşa te çawe ye lo ? Ka were rune, bi xwidê min bêriya dîwana te kiriye .
Hema carê were em çayekî vexwin, welehî kêm cara zîwero tê bêhna min pê fereh dibê .
Ev medekbu ez jî ne rehet bum , vêga min serek li te dabu .
-Bi xwidê tu mafdarî Apê reşîd .
Em jî pey karê dinya yê ketine . Haw di bînin roj derbast dibê.
-Ka cîranê te ezedîn çi dikê ? rewşa wî çawe ye ? Maxa rojekî bi ser min de nehat .
Ez çend cara nexweş ketim evqas gundî hatin û çun . Vêce ez ewqasî hejê dikim . Min rojekî jî dilê wî nehiştiye.
-Hoo de bi xwidê berî çend roja , em birek zilam li kolana mala kokel bun. Ew jî hate wir .
Jin mama min gozelê jî li tenûrê nan çê dikir .
Gote ezo , ka qala evîna xwe û sosinê bikê .
-Êêê kuro deynekir ? ne bênamus dîwana wî xweşe lê zu di xeyîdê .
-Na wele ji xaleta re rêzdar e.
Gozelê got ' rehmetiyê xelef rojekî tê malê, di nêrê qîr qîrek ji mal tê. Hema dinêrê ezedîn û sosinê tinê di malde ne savêr dihêrin .
Ezo qîr kiriye dibêjê werne sêva werne sêva.
Apê xelef jî , di kevê hundir û di bêjê erê wele werne xoxa û werne xoxa û di reqisê . Ezo ji fihêtiya bavê xwe dikevê di bin yanê cila de . Sosin jî baz didê diçê malê . Rehmetiyê apê xelef bi çemburê ezo digirê û ji bin yane derdixê ,pehînekî jî li der quna wî didê. Ezo jî bi kolanê ve di şeqitê wê şevê diçê mala bapîrê xwe di razê. Dema gozel ev tişt gotin .
Ezo ji cih rabu û quna xwe li erdê xist go hema bi xwidê ne weye . Pane pirkênî bi me ket . Bu tîq tîqa me . Wî jî têra me xeber kirin û xeyîdî ji dîwana me çu.
-Hahaha vêce şerê meta gozê nekir ? Mane dîne sebav . Mane par me jî henek lê kirin . Got bi xwidê rast bu min û sosinê hej hev kiribu . Xelef ji