Pexşana nivîskarê huqûqnas Helîm Yûsiv Gava ku Masî Ti Dibin cara yekem di sala 2008'de di weşanên Peywend de çap dibe.
Nivîskar di vê pexşanê de sazka xwe li ser lehengê xwe Masî ava dike. Masî kesekî Kurd e û Binxetê, bi tena serê xwe dijî. Bi vê rê yê nivîskar dixwaze derûniya kesê tekane û a civatê bi çavê huqûqênasî binirxîne. Hewl dide bersiva pirsên ;Derûniya mirov çawa ye? Gel vî çawa dinirxîne? Û çawa li ser jiyanê bandor dike. Bide xwînera.
Di nava çîroka xwe de balê dikşîne ser rastiya nêrîna çandî. Xwîner yekser pê halî dibe ku. Di nava gel de jinebî wek xizan, belengaz û piçûk tên dîtin. Ji ber wê biwêj anjî mînakê ku didin. " wek jineke bî, a li ser kanîya êşan" ." wek jinebiya digiriya (81) hwd.... Di heman demê de nivîskar ramana xwe a vê mijarê bi berteka, dayîka Masî a bî, a li hember pêşnîyara apê Masî dayî. Awayekî xwaşik û bi bandor rave dike.?
Dîsa nêrîna civatê a merivekî tenê û bêkes çawa ye . Keçikeke rind be çawa be .
Şêx û melaya çawa pêşwazî bikin .
Û hîn sembolê civata kevnar a Kûrda di çiroka xwe de tîne ziman.
Şibandina evin û mar, pir balkêşe. Sembola mar a civata Kurdî de tine ber çavan û şibandina xwe cîbicî dike. Û divê "mar û evîn cêwîne" (25).Dîsa meseleya cinaketina Cemîla ye. Çîrokek rêzê de a di nava Kurda ye (18).
Nav gelemperî li gorî taybetmendiyên kesa danîye. Masî, lehengê sereke; Wek navê xwe. Mirovekî zîz e, xeyalpereset e, wêreke. Lê mixabin hertim bi êşe. Tu tiştî bextewar nabe. Ew qas benda dîtina Berfînê bû lê dema Berfîn dît. Qet hestê xwe neda diyar. Çîrok hema wusa rastê rast meşiya.
Rênas,rêvebirê koma şervana ; Wek navê xwe rênase, wêreke û mirovek pêkhatîye.
Berfîn, hezkiriya Masî; Keçika nazik û nazenîn. Wek kulîlka Berfînê him nazenîn him serxwe û wêrek .
Nivîskar bilî lehengê sereke, gelê