rabûye diya min ji bîran avên dîn aniye bo axa min
loma ye stranên kor distrên destên min
loma ye risteyên hurr dirêsin tiliyên min
naxwe xelkno li min nekin şîretê
ezê şîrê diya xwe bi deng bikim li şûna niviştê
Bi ser venebim nebînim şopa Mem
Nebînim di tariyê de wê Roja Zer
Ew kokel bim ew birc ew dukezî
Bi Zîn li pey Mem
Eynî wiha siwar liBozê Rewan
Ji mij û moranê wê de kuştin e
Kuştin e bi bêdengî bi şahî
Û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî
Ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde
Lê hetikîm ez hetikîm
Dema li nîvê çolê sekinîm
Û min bi nav kirin hezar rewşên te
Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî
Mixabin min tu nedî bi çolê
Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn
Û li ber derya tîbûnê
Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re
Û min tu dîtî
Li wir li ber serê wê hejîrê
Weke xunaveke fetisî
Bi ser venebim nebînim şopa Mem
Nebînim di tariyê de wê Roja Zer
Ew kokel bim ew birc ew dukezî
Bi Zîn li pey Mem
Eynî wiha siwar liBozê Rewan
Ji mij û moranê wê de kuştin e
Kuştin e bi bêdengî bi şahî
Û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî
Ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde
Lê hetikîm ez hetikîm
Dema li nîvê çolê sekinîm
Û min bi nav kirin hezar rewşên te
Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî
Mixabin min tu nedî bi çolê
Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn
Û li ber derya tîbûnê
Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re
Û min tu dîtî
Li wir li ber serê wê hejîrê
Weke xunaveke fetisî
Ona yazı yazmayı öğreten yazı senin yazındır,
O, otuz yıldır yanlış yazılar yazmaktadır.
~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~~
Xetta te ye ser-nivişt û sermeşq
Sih sal e xetê xeta diket meşq
Bese millet li te şerme
Hetta kengî di xewda bî?!
Dibin destên neyaran de
Hejar û dîl û kola bî?
Bihar va tê çiya xweş bûn
Weke şêran herin şer em
Çima wer jar û xemgîn bî
Hetta kengî tu ranabî!?
Binêrin win li Engola
Weke şêran ketin çola
Serê te hişk wekî pola
Di bin destê neyara bî?
Serî hildî, tu gernasî
Eger rabî tu mêrxasî
Gelo raste divê bimrî?
Di nav dijminde winda bî?
Ji dijmin re dibî rencber
Bi paş de mayî bê rêber
Ji bo dijmin dibî şevger
Bese îdî weha nabî! ?