(Ji bo bîranîna şehîd Evdilmelek )
êvaran gava ku mitêla bêdengiya Rindê
wer dibe bi ser dil û hinavan
li ba te, li wan deran
yêxir, ref bi ref
pêkolî dikin sîngê te
beza hespên bê dawî yî tu, azad
hespên sêw, çargavî
ewên ku me hildidin dibine axa me ya xama
dibêjî, dilojarê bi titûna kamaş nakewe çûn
lê naxêr!
nemirî
nivişt e di binê balgiyên me de
raz e, wekî şîrê dê helal e
dibêje
xwe girêde
tu berbangê gêrîla yî
dilê me dikevê
em çi qas mirî bin, ew qas bedew in
( 29 Gelawej-27 Rezber 1998/ Bahçelievler - Stenbol). Kawa Nemir.