Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Şibhî Husna Dîlberê
şibhî husna dîlberê canî çû mehrûyan nebû Remz û enîn û ara mîslê cefacûyan nebû Sêhr û efsunê di çavan resmê cadûyan nebû Zulm û ew cewr û setem teşbîhê bedxûyan nebû çîn bi çînin zulfê di mîşkîn hewce ebrûyan nebû Xwînxwer û xwûnrêj û xwûnê qatil e ew mehleka Meyxwir û mexmûr û mest e serxweşa can ez feda şehsiwarê sir û kêr e seydê bendî
Ser Wê Azad
Ser wê azad û qed eşnayî te yeksan e li min Sibhî halê me serê zilfê perîşan e li min Ew qeder cewr û cefa û stem dîtin e min Dize yek lûtfê te qîmet bi dused can e li min Derheqî min te wekî nîne serî rehma kerem Ji lebê le’lê dur û yek te ehsan e li min Sebir û seman û sekûn pir li me dijwar e gelek Ecel û merg û mirin haleteke asan e li min Ger çi min nîne li nik te qedrê mû di qedir Bendeyê xakî, diret mislî Sileman e bi min Ji xetê hizretê min dîdey can rewşen bû çi hedê Pertewê yara wê bende bibet Nakim û malikê rûxan sekî cananê bi min _______________________________ Pertew Begê Hekarî
Reklam
Lazim Li Me Werda Zeban
Lazim li me werda zeban (Subhane la `îlme lena) Wî daye me dersa ezel çêkir ji me ra erd û sema Canê heqîqî afirand Pê libsê mecazî sewirand şewqek ji nîvê satîrand
Ji Nû Dil Suhtî
Ji nû dil suhtî huba mahîsîma Qet nabêjit, halê te çî ye bîma? şua` û Pertewê da heftê iqlîm Ji şems û afîtaba rûyê zîba Li min kun kir ceger tîra evînê "Exusnî ya xiyasî ya kerîma" Gelek mest û mîşeweş kirme îro Niyaz û avîran û xemz û îma Qeder dê min ji îşqa yarê dîtî Kirin `acîz du sed Luqman û Sîna Dera rê lê nebînim can heyatê çî lê kîm ger heyîn sed dîde-bîna Tu Pertew derdê xem daîm nesîb î Lemanan bêje carek ey dîlê ma |Pertew Begê Hekarî
Ger Bibînim
Ger bibînim bilbilan nale û efxan dikim Seyr bikim (e)ger gulan çakê girîban dikim Lutfeke canan me dî li yek nihanî gelek Xewfa reqîban heye lew ku weh penhan dikim `Eqil ji Pertew reva dilbenge kir(e) birîn şib(h)ê tebîbek nezan hatime derman bikim |Pertew Begê Hekarî
Ecêb Aşufte û Heyran e Pertew
Ecêb aşufte û heyran e Pertew Mîsalê bilbilê baxan e Pertew Li şem` a `arîzan heta sehergeh Wekî perwane bêtaban e Pertew Nizanim ez tilisma sihra işqê Wekî Mecnûn bêsaman e Pertew | Pertew Begê Hekarî
Reklam
Dîsa Me dil bû agir û nîran e dîsa Ceger jê taze min buryan e dîsa Neşim êdî ewan derdê dê bê hed Bikêşim lew bi derb û jan e dîsa
Pertew Begê Hekarî
Derdê dilê xwe ger bikim cûmle hisêb Qet naête şerhekê du sed cildê kitêb
Pertew Beg
Dilber neyê dîwane me Di gencê te de wêrane me Di nûra te de perwane me Di her dû 'alem tu min bes