Ji nû dil suhtî huba mahîsîma
Qet nabêjit, halê te çî ye bîma?
şua` û Pertewê da heftê iqlîm
Ji şems û afîtaba rûyê zîba
Li min kun kir ceger tîra evînê
"Exusnî ya xiyasî ya kerîma"
Gelek mest û mîşeweş kirme îro
Niyaz û avîran û xemz û îma
Qeder dê min ji îşqa yarê dîtî
Kirin `acîz du sed Luqman û Sîna
Dera rê lê nebînim can heyatê
çî lê kîm ger heyîn sed dîde-bîna
Tu Pertew derdê xem daîm nesîb î
Lemanan bêje carek ey dîlê ma
|Pertew Begê Hekarî