Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Pîrhevok el Kurdî ❂

Pîrhevok el Kurdî ❂
@pirhevokk
Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me'rûf
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî
Keşfa esrarê şifatan bêmehebbet nabitin Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
________________________________
Ramûsanên Qedexe
Di rojên qedexe yên derketina kûçeyan de Bi meherkên qetiyayî di reşên şevan de Ji mijankên te û lêvên şermok Bêzagon û bêqedexe Xweş bûn Baş bûn Ramûsan Ango! Min standin ramûsan bi barê hespan. Bêrawest im li rawestgehên te Kelehên sîngên te hidûdên namûsê ne Ji tiliyên lingan heta porê seran Ramûsanên qedexe ne Weke mirin û jiyanê. Dîwarên kevirîne ramûsanên te Tilîlî kêm nabin ji dîlanên te. Dilê te yê hesinî bi zincîr e Siya xençerê pir kûr e. Girêdayîne ramûsanên te bi têlên direhî Êsîr in di nav mahkumên reşik de Veşarîne ramûsan di lêvên te yên qedexe de.
Aydın Orak
Aydın Orak
Reklam
%48 (194/404)
Hatıralarım
HatıralarımMusa Anter
9.4/10 · 679 okunma
Hişyarî
Havînê emê gerokek li Kurdistanê bikin. Ger hûn bixwazin bibin sponsor Hûn dikarin bibin sponsor

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Lêgerîna bêbersîv
Lêgerîn bê bersiv ma di dîtina te de Wek derewên bê sînor. çalakiya mezin di gewriya te de aramiye ji min re. Evîna rojhilatiye li girekî dûr Goristana min a wenda. Di bejayiya jiyanê de masî me Berî nivîsara dîrokê. Dilopek hêstirê şewitî lehiya herî mezin e Ji bo dilê arpêketî. Rojnivîska min a bi hezaran rûpel Jiyana min a vala ye. Pênûsan bidin ku wêneyê tenêtiyê çêbikim Bi rupelên spî. Ji mijankan çêdikim qesrên nêrînan Ji birhan çêdikim kelehên dîtinan Ji çavan çêdikim bajarên zarokên bêkes.
Aydın Orak
Aydın Orak
Mamê Rîsha
Mamê Risha ( Najmadin Shukr Rauf) Yek ji efsaneyên fermandarê Kurdistanê ye ku wî û bi 11 hevalên xwe ve ,feleka artêşa iraq'ê şaş kiriye ,xwîn ji wan daye rijandin. Mamê Risha , di sala 1957'an de li bajarê Kirkukê ,di malbateke gelekî xîzan de çavên xwe ji cîhanê re vedike. Tê zanîn ku di çardeh saliya xwe de dibe pêşmergeyekî
Reklam
Were Canim
Were canim ko çi nazikweres în Ji gul û nesterînan em te bes în Tu şehînşahê besî min ji butan Ne muhib her ne kes û xar û xes în
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Dilopek hêstir
Ji bo te Ez bûm ax û kevir di bin cotê beyar de Bûm teyr û firiyam çûm çiyayê herî bilind. Ez bûm pelekî hişk û ji çiqlê dara xwe ketim Ku mizgîniya zivistanê didim. Bûm qaqlîbaz ji welatekî koç dikim Diçim welatekî din.
Ey Nesîmê Seherê
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê sed selaman bigehînî ji me wê padişehê `Er`era qamet elif neyşekera şox û şepal Nazika sîm-i ten û xwisr û zerrînkulehê
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Şehîd Namirin
Ji bo te xemgîn nînim , ger kesek bo te xemgîn nebe. Dînya girtîgehek e. Tu bi rêyek pîroz jê xilas bûyî. Xweda zane cîhê te bihuşt e lê em dîsa bi ziman bêjin "Cîhê te bihuşt be kekê Remezan🌿"
2.920 öğeden 2.821 ile 2.835 arasındakiler gösteriliyor.