Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî.
Germahî. Geşî, xweşî.
Bihar, dilşahî
Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele.
Av vedije, dîcle hişyar dibe.
Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. Dinya vedije.
Av, avzê, kahnî, co û çem.
Ji dahl, daristan, zinar, çiya.
Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor.
Av, dîcle. Dîcle vedije. Dîcle har dibe.
Ro û Dîcle. Tav û av. Tîrêj û pêl.
Bi hev re, di nav hev de.
Dîcle dibiriqe.
Dîcle diçirise.
Dîcle distrê.
Dîcle dibêje.