Hildikişim, bi tenê ku tu ji min dûr e jî, dîsa jî bi hêviyên xwe ve hildikişim.
Jixwe, ew çîroka di sibatên sar de te ji min re digot; aniha ez wê çîrokê ji biharê re jî, hevalê xwe re, ji çîya re, ji dilê xwe re û ji xwe re dixwînêm.
Jixwe, tu min nas dikî. Destê min ji nivîsokê ne qetîya qet û nakeve.
Helbest kanîyek e, diherike li ser zeviyê jîyaneke şêrîn û tehl.
Me bi hev re digot xeyal, xewn, rastîyan vejîn dike di hembêza Zagrosan de.
Ma ne nepirse cilê min — hîn ew cil e, e ku te bi destê xwe dirûtibun, gabardîn e û bi ser de ew yêlekê xwe ji bêrîka re kiribû.
War di bêrîka min de tiştên nîne ji bilî bîranînê te û yê ketin oxira azadîyê — wêneyek ji rojê û ew fişeka dawî ya ku ez pê axê bi ramûsîn im.
Ew kefîya ku agirê cixara te bi ser ketibû, ew li serê min e.
Dibê ku hinek kevin be, rizî be — lê tişt nabe; bêhna min pê derdikeve, mekapa me bi hev guhertî ya pîne kirî.
Hîn ez bi wî dimeşim, heval.
Ji xwe tu min nas dikî.
Hevdîtina min bi dara bero re çiqas pîroz e — wek eşqa sivorekî pê dikenim, diaxivim, dilîzim û digirîm.
Aniha bi wê mendîla ku te dabû min, ez pê rondikên xwe paqij dikim, bi ser rûyê min ê ji hêsiran têr û westîyayî.
Vaye, çaya kêlî û agir melûl bû; disa bi şaşîtî ji qedeha te vedixwim.
Bibore, her ev rexne li ser min e û ez jê xilas nebûm.
Dibe ji eşqa zêde be — lewma tiştên ji destê te bi min şêrîn tên, heval.
Heyv diçe, stêrk diçe; wekî her car ez dimînim, ez dimînim li ber dengê Çeqel û Gûran ranazêm.
Çavê min ê ku nizane xew bike, her nobedar e; caran xilmaş dibe, birçîyê kêlîyekî xew e, le narazê, narazê…
Hêya dibe sibeh dibêje: Rojbaş, azadîxwaz.
Ez wekî koçerekî — nan û ava min li pişta min e.
Û bi wî çentê min ê ku naxwaze ji pişta min dakeve.
Ne li Oremar,