Lênerîna tarîyê bêhna wî çikandibû , deste xwe bi şûnde kişand û berfa ku ketibû kefa destê wî , bir devê xwe xwar , hundirê wî hinekî hênik bû , li kezeba tarîtiyê nêrî û got :
" Tarîtiyê , berfa spî jî di nav de hemû tişt daqurtandiye . Hinekî bi jêr de dareke berûyan hebû , tarîtiyê ew dabelihandiye ; li kêlekê , zinarek hebû ku min li ser wî berê xwe dida rojê , niha tarîtîyê ew zinar jî daqurtandiye ; li newalê , çemê min hebû ku min masî jê digirtin , tarîtiyê çem û masî jî giş bi hev re daqurtandine . Tarîtî hebûnê dadibelihîne , dadiqurtine , dixwe û diqedîne. Tarîtî tunebûn e . Tunebûn xerabî ye . Xerabî ji tarîtiyê diqewime . " Berê xwe ji devê şikeftê zîvirand hundirê şikeftê , berê wî ket êgir :
" Agir heye , agir ronahî ye , agir bi hebûna xwe dibe alîkarê hebûna gelek tiştên din , va ye bi xêra ronahiya êgir doşeka min a ji qirş û pelên daran xuya dibe , va ye bi xêra vêketin û ronahiya êgir gwîzên min , fêkiyên min , genimê min ê bejî xuya dibin . Ronahî diafirîne , ronahî hebûn e , hebûn başî ye , başî ji ronahiyê diafire .