Dijminê hovane li welatê me dinêrin
Bi lingên xwe yên qirêj li ser axa me dimeşin
Mixabin vê zivistanê ,me ji mal derxistin
Wekî penaber û kocberan li ber sinor hiştin
Ey kurdo ma tu ne, leheng î
Zarokên Rojava , dihelî dilteng î
Hêsirên dayikan li ser sing î
Me dikujin tu bêdeng î
De werin, êdî bes e koletî
Bi hezar salan in , bindestî
Dijmin hûn xapandin bi biratî
Bila bimire xiyanet, her bijî yekitî
Erdal Dersim