Mihemedê Hacîzade, meleyekî xelkê Tehranê, temenê wî derdora 45 salan ji ber fikrên xwe, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê hatiye "xelî lîbaskirin" ji meletiyê tê dûrxistin. Mihemedê Hacîzade ji ber rejîma Îranê direve tê Parîsê daxwaza mafê penaberiyê dike. Ferhad wênesazêkî kurd e, û ji Hewlêrê ye, ew jî ji ber şer û pêvçûnên li welatê xwe bêçare dimîne û tê Parîsê mafê rûniştinê digire û dibe hemwelatîyê Fransa yê.Li Hotêl Auropa kar dike û wênesaziyê dike, wêneyên ku çêdike li galerîyan difiroşe. Monsieur Luciana bi eslê xwe cihûyekî Portekîzî ye. Mal û serweteke wî yî pir zêde heye, xwedîye Hotel Europa û çend hotêl, apartman û dermanxaneya ye û akademîsyenî yê jî dike.
Lehengên sekereke ên romana me ev her sê kes in. Vebêjerê romanê Ferhad e.Roman bi piranî bi diyalog û monolog ên ku dinavbera van her sê kesan derbas dibin de hatiye honandin.
Ferhad li Parîsê Mihemedê Hacîzade nasdike û dostanîyek dinavbera wan de heye. Ji ber bêçaretî û hejartiya Mihemedê Hacîzade, Ferhad hertim dixwaze alîkariya wî bike û jê re karekî bibîne Hacîzade ji ber ku hemwetîtiya Fransayî negirtiye karekî baş ji xwe re nabîne û li lokantayan firakşotiyê dike. Bi xwestina mêrikekî fransî yî pîr bi pereyekî zêde pê re homoseksuelîyê dike.Ku ev merik dimire Hacîzade carek din bêkar dimîne û li kafeyan falbêjîyê dike. Ji bo çar mehan Ferhad ji hotêlê vediqete û Hacîzade li şûna xwe de dixe karê hotelê. Jiber ku Hacîzade pir dişibe Monsieur Luciana ew pasaporta xwe bi hev diguherînin. Luciana bi pasaporta wî diçe Îranê. Hacîzade meleyê Îranî ji bêçaretîyê ji kesayeta xwe dûr dikeve û tiştên ji îslamîyetê dûr dike. Penaberî wî ji nasnameya wî ji çand û exlaqê wî dûr dixîne. Ev kirinên wî zor û zehmetiya penaberîyê nîşanî mirov dide.
Monsieur Luciana patronê Ferhad xwedîyê Hotêl Europe.