xarîta dinyayê veke li ber xwe
li hêla bakurîn binihêre
tê bibînî
bejekî
ku mîna nikulekî kêrr
serejêrî atlantîkê biye
serî,
ji derya qeşemê gewr
û dilê wê
ji bêriya rojê dixewire
a…
ha !
li wir e,
hêlîna tenyayiya dilê min.
Rojan Barnas-Rojbaş Roza
em,
ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
- bi çavek xwas
gava lê bê nihêrtin-
lê em jî
ji hêlîna xwe ya çande-civakî
ku dûrkevin
ji wan gelek
ne têveltir in.
rozayê!
xweşkokê
şîrînê
hişazayê
li pêş vêna min ronahî
di şêna min de, serketina li xwezayê
lê,
bûka yekşevîn
ku tevî zavê ranezayê:
ramîse ji ber min ve
bi çavên xwe î kesk î belek
stêrkên me
yek bi yek
û derkeve pêrgîna rojê
bi sariya sibê
bibêje :
- ey dostê min î rabirdû
mefera pêşbîra me!
tê kengê bibişirî ji me re?
kengê bi me re
derkevî serketinê?